Jîn û Hebûn ünlü Kürt şair Cigerxwin'e aittir. Besteleyen Nizamettin Ariç'tir. Kardeş Türküler gurubunun Kardeş Türküler albümündeki versiyonunun adı jîn û hebûn rêwîtî dir. Bu enfes parçayı dinleyebilmeniz için aşağıya Youtube videosunu da ekledik.
Büyütmek için resme tıklayınız!
Jîn û Hebun
Ez xum xuma avên çeman
Ez çerx û govend û sema
Qîrîm didim kat û leman
Jîn im, hebûn im, tev girîn
Bayê sibê çi xweş ez im,
Berfa Sibatê xweş ez im.
(Şarkının sonuna yani 3üncü beyitin sonuna ekleme yapılmış. Malesef bu eklemeyi bulamadım. )
Yaşam ve Varoluş
Ben nehirlerin çağlayıp duran suyuyum
Halay tutan, sema dönen.
Haykırırım dağlara taşlara
Yaşamım, varoluşum, hiç ağlama
Benim sabahın güzeli yeli,
Şubatın güzel karı benim..
Kardeş Türküler – jîn û hebun (rewiti) dinle!
Jîn û Hebun
Ez xumxuma ava çeman,
Ez çerx û govend û sema,
Tîn im di nêv kat û lema,
Jîn im, hebûn im, tevger im.
Bayê siba tê xweş ez im,
Berfa sibatê xweş ez im,
Xurtî di latê xweş ez im,
Hişk û ziwa bin, ez ter im
Giranbiha me, zêr û dur
Ez tim hebûn im, xurt û gur,
Yaqût û lal û gewher im.
Pêşve diçim kar û xebat,
Di nav çiyan de hîm û lat,
Pêlan didim zab û ferat,
Çelq û xumîn û gur-gur im.
Pir xurt û hêz im ez hebûn,
Ez pêşveçûn û serxwebûn,
Herdem di nav damar û xûn,
Ez her heme, qet namir im.
Bihişt ez im, agir ez im,
Bakir ez im, rakir ez im,
Xemgîn kir û şa kir ez im,
Herdem didim, ez na kirim.
Jîn im, bihar im har û dîn,
Candar bi min herdem bi tîn,
Min dane wan ev hilm û bîn,
Dinêv hebûnê cîgir im.
Ev ax û ba û av im ez,
Ev pêtî û alav im ez,
Xweş ronî û pertav im ez,
Xurtî di zendên karker im.
Herdem heme, peyda me ez,
Tava riwê xeyda me ez,
Cama bi dest seyda me ez,
Ez ol û vîn û bawer im.
jîna cegerxwîn im ji dil,
ez xurtî û tîn im di dil,
ez hêz û xurtî me di mil,
karim vî laşî ragirim.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder